“Wê sevê armanc Hewlêr bû lê Pêsmerge ew plan hilwesand!”
PeyamaKurd - Parlamenterê berê yê Iraqê Mesûd Heyder derbarê xiyaneta 16ê Cotmehê de ragihand ku, hêzên Iraqê biniyaz bûn heta Hewlêr jî dagîr bikin lê hêzên pêşmerge ew plan hilweşand.
Parlamenterê berê yê Iraqê Mesûd Heyder ragihand ku, Kerkûk ketiye bin rewşa awarte de û niha efserek artêşa Iraqê hemû desthilat heye û eger tenê 24 demijmêr bergirî kiriban civaka navnetewî destwerdan di pirsa Kerkûkê de dikir.
Parlamenterê berê yê Iraqê Mesûd Heyder got ku, di şeva 16ê Cotmehê de biryar bû demijmêr di 1:00ê şevê de hêzên YNKê paşve vekişiyabana lê demijmêr 9:00ê şev paşve vekişiyan û ji hêzên Iraqê re vala kirin.
Amaje bi wê yekê kir ku, zanyarî li ber dest hene ku, hêzên Iraqê bi niyet bûn heta Hewlêr jî dagîr bikin lê hêzên pêşmerge ew plan hilweşand. Da zanîn ku, tu serkirde û aliyekî Kurdî di dîrokê de ne amade bû bazirganiyê bi pirsa Kerkûkê bikin lê gruba nav YNKê ew yeke kir.
Tekez kir ku, aliyên Iraqî berdewam digotin ku, bi şer be yan ne ew dê Kerkûkê bixin bin desthilata xwe ji ber wan plana dagîrkirina Kerkûkê danîbûn û tu sedema wê yekê jî ne babeta referandûmê bû.