Kurdistan
Welatiyan pistî kustina Qasim Suleymanî dest bi pîrozbahiyan kir
PeyamaKurd - Piştî kuştina Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis hatin kuştin li paytexta Bexdayê çalakiyên pîrozbahiyê dest pê kirin.
Welatiyên Iraqî rahiştin ala Iraqê û daketin kolanan û ji ber kuştina Suleymanî kêfxweşiya xwe anîn zimên.
Di bombebaranekê de li nêzîkî Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê, Fermandarê Supaya Quds a Îranê Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis hatin kuştin.