TR KU SO
FB X
Kurdistan

Weqfa Sunniyên Iraqê: Li Sengalê, Mizgefta Rehman nehatiye sewitandin

Admin M
Nivîskar
📅 30 nîsan 2023 03:19

PeyamaKurd -  Weqfa Sunneyan ya li Iraqê ragihand ku ew çûne seredana mizgefta Rehman ya li Şengalê, dîtine ku mizgeft nehatiye şewitandin û ti zerarekî maddî negihaye mizgeftê. Rêvebirê weqfê Îsmaîl Mihemmed ji Şengalê ragihand ku li serdaxwaza serokê weqfê Maşan ​​Xezrec, li ser gotina ku êrîş kirine ser mizgeftê û şewitandine, çûne mizgefta Rehman ya li Şengalê.

Rêvebirê weqfa Sunneyên Iraqê Îsmaîl Mihemmed li Şengalê ragihand ku peydakirina nakokiyan ji bo pêkvejiyanê rast nîne û divê li Şengalê herkes bi pêkhateyan re bijî, dijminahî di navbera pêkhateyan de nekin û xwest koçberên Şengalê vegerin ciyên xwe.

Roja pêncşema borî ku 25 malbatên Ereb ên Sunne dageriyabûn Şengalê, rûniştvanên Şengalê li hemberê wan nerazîbûn nîşan dabûn, xwepêşandan kiribûn û dagera wan ya Şengalê red kiribûn.

Piştî çalakiyan, hinek ajansên medyayê nûçeyên êrîşa ser mizgeftê belav kiribûn û gotibûn Mizgefta Rehman şewitandine. Mîrê êzîdiyan, Navenda Laleş, Rêvebirya kar û barên Êzîdiyan li wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê bûyerê red kirin û gotin ti têkiliya Êzîdiyan bi bûyerê tine ye.

Parve bike: