TR KU SO
FB X
Kurdistan

Westa Resûl: “Hebûna PKK ê ya ser sînor ne rewaye”

Admin M
Nivîskar
📅 30 tebax 2020 01:22

PeyamaKurd- Endamê rêvebiriya YNK ê Westa Resûl got ku hebûna PKK ê ya ser sînorê Kurdistanê li dijî qanûnên navdewletiye û ne rewaye.

Endamê rêvebiriya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê û fermandarê berê yê Kerkûkê Westa Resûl ragihand ku li Kerkûkê siyaseta Erebkirina Kurda dewam dike, her roj êrîşên İŞİD ê zêdetir dibin û hêzên koalîsyonê weka berê destekê nade artêşa Iraqê. Resûl got ku artêşa Iraqê nikare rê li ber êrîşên İŞİD ê bigre û weha got:

“Bê hebûna pêşmerge artêşa Iraqê nikare herêmê kontrol bike.”

Westa Resûl di dewama axaftina xwe de got ku ew destekê dide peymana navbera YNK ê PDK ê û dewam kir:

“Her dû partî lihev bikin, wê bo berjewendiyên xelkê Herêma kurdistanê başbe. Wê di demekî nêzde her dû partî bicivin û peymanê îmze bikin.”

Westa Resûl li ser hebûna PKKê ya li ser sînorê Herêma Kuırdistanê axifî û weha got:

“Em bixwazin, nexwazin PKK ê bi emrî waqî sînor girtiye. Hebûna PKK ê ya li ser sînorê me, li dijî qanûnên navdewletiye û rewa nîne. Zerara mezin dan gundên Herêma Kurdistanê. Mirov nikare gundan ava bike.”

Qeymeqamê Mêrgesorê Xefûr Ahmed gotibû ku di şerê navbera PKK ê û Tirkiyê de 65 gund vala bûne û bi sedema şerê wan %30 gundên Kurdistanê vala mane.

Parve bike: