Kurdistan
Wezareta darayî ya Kurdistanê: Iraqê ji bo mehaneyan 830 milyar dînar şand
PeyamaKurd – @zoomnewskrd di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de ragihand ku wezareta darayî ya Herêma Kurdistanê ragihandiye ku hukumeta federal ya Bexdayê ji dahatên di derveyê petrolê de, weka para xezînê ya hukumeta federal 120 milyar dînar pere birriye û ji bo mehaneyên xebatkarên Herêma Kurdistanê, Banka Navendê ya Iraqê 830 milyar dînar pere şandiye banka xwe ya Erbîlê.
Piştî fonan teslîm bigirin û karên pêdivî temam bikin, wê lîsta mehaneyên meha Temmûzê (Tîrmehê) belav bikin.