Wezareta Derve ya Amerîkayê dest bi nûkirina Lalesê kir
PeyamaKurd - Şaredarê Şêxanê ragihand, Wezareta derve ya Amerîkayê projeya nûjenkirina Perestgeha Laleşê daye destpê kirin.
Serokê şaredariya Şêxanê û Serpereştiyarê Nûjenkirina Perestgeha Laleşê Xalîd Nermo ragihand, îro Duşemê (16.12.2019) li gor bernameya parastin û nûjenkirina cîhên dîrokî û çandî yên Kurdistan û Iraqê, ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê ve, projeya nûjenkirina Perestgeha Laleşê, ku berê civata ruhaniya êzdiyan û Zankoya Pensîlvanyayê rêkeftin li ser kiribûn dest pê kir.
Herwiha got, proje bi serpereştiya tîmeke zankoya Pensîlvanya û civata ruhaniya êzdiyan ve berdewam dibe. Yekem car e ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîka û balyozxaneya wî welatî ya Bexdayê ve budçeyek bo perestgeha Laleşê tê terxankirin.
Berî niha ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê û hejmarek kesên xêrxwaz ve 500 milyon dînar bi armanca nûjenkirina perestgeha Laleşê re hatibû cuda kirin. Ji ber wê sedî 10ê nûjenkirina projeyê hatibû pêk anîn.