TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezareta Ewqafê roja yekem a destpêka Remezanê eskere kir

Admin H
Nivîskar
📅 11 nîsan 2021 23:15

PeyamaKurd - Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê yekemîn roja meha Remezanê eşkere kir.

Wezaretê bi civîneke rojnamevanî ragihand, roja Sêşemê 13ê Nîsana 2021ê yekemîn roja meha Remezanê û destpêka rojiyê ye.

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî biryara Komîteya Dîtina Heyvê ya ya bi ser wezaretê ve bi bîr xist û da xuyakirin, sibe roja Duşemê 12ê Nîsanê tevakerê meha Şebanê ye, lewma jî roja Sêşemê 13ê Nîsanê dibe yekemîn roja meha Remezanê.

Parve bike: