Kurdistan
Wezareta Navxweyî: Li Sirnexê 7 PKKyiyan can da
PeyamaKurd – Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ragihand ku li Bêşebabê di encama operasyonan da ku hêzên esmanî jî piştgiriyê didin 7 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxweyî, li Bêşebaba Şirnexa Bakurê Kurdistanê di encama operasyonên li dijî hêzên PKKê 7 gêrîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniyê de herweha hatiye gotin ku operasyonên li herêmê berdewam dikin.
Ji aliyê din ve ji PKKê heya niha derbarê mijarê de tu daxuyanî nedane.