Kurdistan
Wezareta perwerdê ya Tirkiyê Zazakî ji Kurmancî cuda kir
PeyamaKurd – Wezareta perwerdê ya Tirkiyê ji bo sala 2026-27an ya perwerdê; di mijara zimanê Kurdî de, lehça Zazakî û ya Kurmancî ji hev cuda kir. Wezaretê ji bo Zazakî mufredatekî cuda amade kir.
Cudakirina zaravayê Zazakî di çarçova Zimanên Zindî û Dersa Lehçeyan de bernameyekî bi serê xwe ji Zazakî amade kir.
Berê Zazakî bi hevkarî bi Kurmancî re dihat xwendin lê wezaretê ji bo Zazakî 200 rûpel mufredatekî amade kir. Wê perwerde di polen 5, 6, 7 û 8an de, di ser bernameyekî cuda bimeşîne. Bi biryarê re wê pirtûkên dersê ji nûh de bên nivîsandin.
Di bernama perwerdê ya wezaretê de lehçeyên Kurmacî û zazakî di heman bernameyê de dihatih hînkirin.