TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezareta Pêsmerge: Hêzên hevpeyman ji baregehên xwe yên li Kurdistanê venakisin

📅 21 adar 2020 19:57

PeyamaKurd - Berpirsekî Wezareta Pêşmerge ragihand, hêzên hevpeyman ji baregehên serbazî yên li Herêma Kurdistanê venakişin.

Berpirsê Dezgeha Rewşenbîrî û Hişyariya Netewî ya Wezareta Pêşmerge, Babekir Feqê Ehmed got, hêzên hevpeyman ji sê baregehên serbazî yên li Iraqê vedikişin û wan baregehan vala dikin.

Babekir Feqê Ehmed her wiha got, lê hêzên hevpeyman ji baregehên xwe yên li Herêma Kurdistanê venakişin û li ser perwerdekirina hêzên Pêşmerge berdewam dibin.

Parve bike: