TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezareta Pêsmerge: Mayîn û teqemeniyên DAISê hatin jinavbirin

Admin H
Nivîskar
📅 15 hezîran 2023 00:36

PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand ku hejmarek mayîn û teqemeniyên DAIŞê ku hatibûn desteserkirin, hatin jinavbirin.

Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê ragihand, di encama lêgerîn û pişkinînan de, wan dest danîne ser hejmarek çek, teqemenî û kelûpelên DAIŞê.

Wezaretê da xuyakirin, îro 14ê Hezîrana 2023an li nehiya Newcul, Lîwaya 16 ya Piyade, bi hevkariya tîma endezyarî ya Fermandariya Hêzên Piştevaniyê ya Du, hejmarek bombe û gulleyên hawin hatin jinavbirin.

Parve bike: