Wezareta Pêsmerge xebatên hêzên Pêsmerge bo du hefteyan rawestand
PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ragihand ku ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên koronayê tevahiya xebatên meşq û perwerdekirina hêzên Pêşmerge hatine sekinandin.
Cîgirê sererkanê Wezareta Pêşmerge bo karûbarên meşq û operasiyonan, lîwa Qehreman Şêx Kemal ji medya Kurdistanê re da xuyakirin, “Wezareta Pêşmerge her sal li gorî plana xwe hêzên Pêşmerge perwerde dike. Me îsal jî dest bi xebatên xwe yên perwerdê kiribû lê ji ber zêdebûna pêketiyên Koronayê em neçar man xebatên meşq û perwerdekirinê bidin sekinandin.”
Lîwa Qehreman şêx Kemal da zanîn, dê du hefteyan xebatên meşqê bên sekinandin û wiha axivî: “Piştî wê emê rewşê binirxînin, eger rewş baştir bibe emê dîsa dest bi xebatên xwe bikin lê eger rewş baştir nebû ev rewş dê bidome. Ji ber ku parastina tenduristî û jiyana pêşmergeyan bo me ji her tiştekî girîngtir e.”