TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezareta Rewşenbîrî: Jiyana xelkê nexin xeterê

Admin H
Nivîskar
📅 19 adar 2026 21:28

PeyamaKurd - Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê hejmarek rênimayên nû pêşkeşî dezgehên medyayê û çalakvanên medyaya civakî kir. Wezaretê bal kişand ser parastina berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê û liberçavgirtina bingehên exlaqî yên rojnamevaniyê di dema bûyerên awarte de.

Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê îro 19ê Adara 2026an bi daxuyaniyeke fermî hejmarek rênimayên nû arasteyî dezgehên medyayê û çalakvanên medyaya civakî kir.

Wezareta Rewşenbîrî û Lawan eşkere kir ku, ji ber hestyariya rewşa deverê, divê gotara medyayê li gorî stratejiya aştiyane ya Herêma Kurdistanê be û rê neyê dan ku medya bibe platformek ji bo gefxwarina li ewlehiya neteweyî.

Wezareta navbirî tekez jî kir ku, tenê çavkaniyên fermî û berdevkên ewlehiyê bingeha zanyaran bin û dûrkeftina ji belavkirina nûçeyên têkderane jî pêdivî dibîne.

Di pareke din a rênimayan de hatiye gotin ku, belavkirina tavilê ya wêne û vîdyoyên cihên ewlehiyê qedexe ye, ji ber ku dê bibe sedema kombûna xelkê û dê jiyana wan bixe xeterê.

Herwesa hatiye tekezkirin ku, wergerandina peyamên şêwandî yên medyayên biyanî belavker ji berpirsiyariya qanûnî azad nake.

Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê li ser bûyerên nexwestî yên wekî ketina dronan jî ragihand: Nabe li ser weşana zindî û şkandina rûmeta malbatên zirardîtî pêşbirkê bê kirin. Herwesa daxwaz kir ku herema malê û taymetmendiyên kitekesan bi tevahî bên parastin.Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

 

Parve bike: