TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezareta Tendirustiya Kurdistanê daneyên dawîn yên Covid-19ê eskere kirin

📅 09 adar 2020 16:56

PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiya ragihand ku li parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê Covid-19ê (koronavirus) ketiye canê 3 kesên din û bi vî awayî hejmara kesên bi wê nexweşiyê ketine gihiştiye 11an.

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê bi axuyaniyekê aşkere dike, ji 2 hezar û 918 kesên li Herêma Kurdistanê hatibûn karantînekirin, hezar û 790 kes ji karantîneyê derketine û çûne nav malbatên xwe de.

Herwiha li gorî wê daxuyaniya hatiye belavkirin, niha hezar 128 kes di bin kontrola pizîşkî de ango di karantînayê de ne.

Bi giştî li Herêma Kurdistanê, ji bilî kesekê ku jiyana xwe ji dest daye û kesek jî hatiye çareserkirin, heya niha Covid-19 ketiye canê 11 kesan

Herwiha Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, careke din daxwazê ji welatiyan dike, ku pêbendî rênimayiyên tendirûstiyê bin û ji cihê qerebalixî dûrkevin, zûzû jî destê xwe bişon û zêde nêzîkî hev nebin.


Ji Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê 7 fetwe ji bo Covid-19ê

Parve bike: