TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezareta Tendirustiyê: Yekem car kesek ji ber nexwesiya taya xwînberbûnê can da

Admin L
Nivîskar
📅 11 hezîran 2022 19:27

PeyamaKurd –  Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku yekem car kesek ji ber nexweşiya taya xwînberbûnê can daye.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, xortekî 27 salî ku xelkê gundê Gorezî yê ser bi nahiya Xelîfan a li devera Soran, ji ber pêketina bi nexweşiya xwînberbûnê can da.

Wezaretê da zanîn, ev li Herêma Kurdistanê yekem haleta mirina bi nexweşiya xwîberbûnê ye.

Herî dawî Wezareta Tendirustiyê ji welatiyan daxwaz kir ku pabendî rênimayên xweparastina ji nexweşiya xwînberbûnê bibin.

Parve bike: