TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezareta tenduristiyê: Bila qedexeya derketina derve û hatin-çûnê were dirêjkirin

📅 18 adar 2020 15:48

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Kurdistanê ragihand, bila qedexeya hatin û çûnê ya ku ji ber nexweşiya Covid-19ê li Herêma Kurdistanê hatiye ragihandin, bê dirêjkirin.

Wezareta Tenduristiya Kurdistanê îro bi daxuyaniyekê ragihand, qedexeya derketina derve li nav bajaran her wiha qedexekirina hatin û çûnê di navbera bajaran de gelekî sûdewer bûye û bi awayekî baş pêşiya belavbûna nexweşiya Covid-19ê girtiye.

Di daxuyaniyê de spasiya welatiyan û wezareta navxwe û dezgehên din ên hikûmetê hatiye kirin ji ber pêwendiya wan bi tevdîran.

Wezareta tenduristiyê her wiha daxwaz kiriye heyama qedexeya derketina derve û qedexekirina hatin û çûnê bête dirêjkirin.

Parve bike: