Wezareta Tenduristiyê ji bo cûreya nû ya vîrusê hisyarî da
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê Aso Hewêzî, ji bo belavbûna cûreya nû ya vîrusa koronayê ku hişyarî da û got, divê welatî bi rêkarên xweparêziyê yên vîrûsa Koronayê pabend bin, ji ber ku vîrusa nû bi awayekî bileztir bilav dibe.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Aso Hewêzî ji K24ê re daye xuyakirin, “Belgeyên zanistî piştrast dikin ku ev vîrûsa niha belav bûye, ne vîrûseke nû ye û her ew Korona ye, lê hin guhartin di ser de hatine û bi awayekî bileztir belav dibe û kesên ji hemû temenan wê vedigirin.”
Hewêzî got: “Di cibicîkirina rêkarên xweparastinê de, sardbûnek li cem welatiyan çêbûye. Li welatên ku ew vîrûs belav bûye, rêkar hatine tundkirin û haletên mirinê jî gelek e. Em venaşêrin, çûnûhatina welatiyan ligel piraniya wan welatan hebû, çi li ser asta bazirganî yan pêwendiyên civakî.”
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê da xuyakirin, “Wek çawa Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi girtina rêkarên xweparêziyê destpêşxer bû, niha bi heman awayî jî destpêşxer dibe ji bo welatiyên xwe ji wê vîrûsê biparêze. Rêkaran wek xwe tên cibicîkirin û li deriyên sînorî jî çavdêriyê tund heye.”