TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezîrê Berevaniya Belçîkayê gihîst Kurdistanê

Admin H
Nivîskar
📅 03 sibat 2020 19:35

PeyamaKurd - Wezîrê Derve û Berevaniyê yê Belçîkayê Philippe Goffin, bi serdaneke fermî gihîşt Herêma Kurdistanê û biryare bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û berpirsên din ên Herêma Kurdistanê re bicive.

Wezîrê Belçîkî Philippe Goffin îro pêşî serdana Bexdayê kiribû û bi berpirsên bilind ên Iraqê re civiyabû.

Goffin û şanda Belçîkî piştî Bexdayê derbasî Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê bû û ji aliyê berpirsên hikûmeta Kurdistanê ve li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hatin pêşwazîkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku pêwendiyeke bihêz a Belçîkayê bi Herêma Kurdistanê re heye û di çend salên borî de girîngiyeke zêdetir din Herêma Kurdistanê.

Parve bike: