TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezîrê Brîtanyayê bi peyamekê êrîsa Hewlêrê sermezar kir

Admin H
Nivîskar
📅 16 sibat 2021 23:40

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab, êrîşa moşekî ya şeva bor ku bi ser Hewlêrê de pêk hat şermezar kir û ji bo lêpirsîna bûyerê piştevaniya xwe ji bo Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî nîşan da.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab, li ser hesabê xwe yê Twitterê bi peyamekê êrîşa ser Hevpeymanan a li bajarê Hewlêrê şermezar kir û got; ev kiryar nayê qebûlkirin û gelê Iraqê jî milîsên çekdar efû nake ku aramiya welatê wan dixin metirsiyê.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê herwiha piştevaniya welatê xwe ji bo Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî nîşan da ji bo lêpirsîna di encamderên vê kiryarê de.

Parve bike: