Kurdistan
Wezîrê Darayî bi helkefta Newrozê peyamek wesand
PeyamaKurd - Wezîrê Darayî û Aborîyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi helkefta cejna Newrozê bi daxuyanîyekê pîrozbahî li her çar erçeyên Kurdistanê û revenda kurd kir.
Wezîrê Darayî û Aborîyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan li ser hesabê xwe yê Facebookê bi helkefta sala nû ya kurdî û Newrozê daxuyanîyek belav kir ku û pîrozbahî li gelê kurd kir û hêvîyên xwe anîn zimên ku dawî li nexweşîyên were.
Herwiha Wezîr Hemlanî got, ew hêvî dike ku Newroz bibe cejna netewî ya gelê kurd bibe cejna destkeftên zêdetir.