TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezîrê Derve yê Îranê li Kurdistanê ye

Admin S
Nivîskar
📅 15 rêbendan 2019 14:25

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf di çarçoveya serdana xwe ya Iraqê de, vê îro 15ê Çile gihîşt paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê.

Wezîrê Îranê li balafirxaneya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Dê Cewad Zerîf bi Serok Serok Mesûd Barzanî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Asayîşa Kurdistanê Mesrur Barzanî re were ba hev.

Tê çaverêkirin Zerîf piştî Hewlêr, serdana Silêmaniyê bike.

Parve bike: