Wezîrê Fransayê: Ez bi Nêçîrvan Barzanî re rewsê dinirxînim
PeyamaKurd- Wezîrê Parastinê yê Fransayê Sebastien Lecornu ragihand ku ew kêfxweş in ku bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re mijarên serweriya herêmê û Iraqê gotûbêj dikin.
Sebastien Lecornu, li ser hesaba xwe yê medyaya civakî peyameke nirxandinê parve kir û diyar kir ku ew kêfxweş in ku wan ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî, Wezîrê Berevaniya Iraqê Sabit Mihemed Abbas û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser mijarên herêmî û serweriya Iraqê gotûbêj kirine.
Lecornu, di dewama peyama xwe de bal kişand ser rista serkirde û rêveberên navborî û got,
"Ez kêfxweş im ku li gel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî, Wezîrê Berevaniya Iraqê Sabit Mihemed Ebas û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser mijarên girêdayî mijarên herêmî û serweriya Iraqê gotûbêj bikim. Me rista wan a girîng di têkoşîna li dijî terorê de gotûbêj kir."
Wezîrê Berevaniya Fransayê Sebastien Lecornu û Wezîrê Berevaniya Iraqê Sabit Mihemed Abbas, îro li paytexta Iraqê Bexdayê hevdîtinek kir.
Hat zanîn ku di hevdîtinê de ji bilî pêwendiyên leşkerî yên di navbera Iraq û Fransayê de rewşa giştî ya Iraqê û pirsên ewlehiyê hatin gotûbêjkirin.
Mihemed Ebas li ser hevdîtinê got: "Me hebûna leşkerên Fransî di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de û rola wan a girîng a di şerê li dijî terorê de gotûbêj kir."
Tê payîn ku Wezîr Sebastien Lecornu sibê derbasî Hewlêrê bibe û bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nerçîvan Barzanî re bicive.