Wezîrê Navxwe yê Tirkîyê: Em dê bi Îranê re li dijî PKKê operasyonê bikin
PeyamaKurd - Wezîrê navxwe yê Tirkîyê Suleyman Soylu ragihand ku ew dê bi Îranê Îranê re li dijî Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) operasyoneke hevbeş bikin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkîyê Suleyman Soylu, “Em dê înşala bi Îranê re li dijî PKKê operasyonê bikin. Di vî warî da em din ava hewildanan da ne. Em di warê îstîxbaratê da bi hev re dişêwirin.”
Soylu di mijara hilbijartinên herêmî yên Tirkîyê yên 31ê adarê jî axivî. Soylu got, “Eger em di 31ê adarê de lawaz bibin tifaqa ku HDPê jî din av da ye û bi dîrektîfên PKKê tevdigere dê 4-5 salên Tirkîyê bike jehr û keratî.”
Suleyman Soylu duh jî di çarçoveya xebatên hilbijartinên şarederîyan da li navçeya Îzmîrê Tîreyê beşdarî mitînga partîya xwe bûbû û li hemberî partîyan muxalefet, bi teybetî jî li HDPê gef xawribûn.