Kurdistan
Wezîrê Tenduristiyê Berzîncî peyamek belav kir
PeyamaKurd - Di derbarê belavbûna vîrusa koronayê de, Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê peyamek belav kir.
Wezîrê Tenduristiyê di peyama xwe de dibêje: “Wernegirtina metirsiyên Koronayê û pabendnebûna bi rênimayên tenduristiyê, sistkitina rêkarên xweparêziyê, gefeke tirsnak û destpêkek e ji bo pêşbînîkirina berfirehbûna pêketina bi sedan welatiyan û bilindbûna rêjeya mirinê bo dehan kesan di rojekê de.”
Hejmara pêketiyên korona her diçe zêdetir dibe û ev rê li ber mirinan vedike.
Heta niha li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihîştiye 2 hezar û 821 kesan û hejmara kesên can daye jî gihîştiye 75 kesan. Li hemberê jî 1 hezar û 127 nexweş baş bûne.