TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezîrê Tirk: Em ê Sûriye û Iraqê ji bin destê Ewropa û Amerîkayê rizgar bikin!

Admin H
Nivîskar
📅 17 nîsan 2022 12:58

PeyamaKurd – Wezîr Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, beşdarî fitareke navçeya Esenler a Stenbolê bû û li wir daxuyaniyên balkêş dan.

Suleyman Soylu pesnê Tirkiyeya bi serokatiya Erdogan da û diyar kir, “Tirkiye niha li Ukrayna, Iraq û Lubnanê û Azerbaycan-Qerebaxê heye û yên dixwazin Behra Spî ji destê me derxin jî bi lîdertiya serokomarê me em rê nadin wan.”

Herwiha Soylu got: Em ne Tirkiyeya berê ne. Çawa ku me aramî aniye Başûrê Rojhilat (Bakurê Kurdistanê) em ê Sûriye û Iraqê jî ji bin destê Amerîka û Ewropayê rizgar bikin û aramiyê bibin wan deran.”

Parve bike: