Wezîrê Xwendina Bilind ê Herêma Kurdistanê bi koronayê ket
PeyamaKurd - Wezîrê Xwendina Bilind ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aram Mihemed Qadir ragihand ku encama testa wî ya koronayê pozîtîf derketiye.
Wezîrê Xwaendina Bilind ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku rewşa wî ya tenduristî niha baş e û di çarçoveya rênimayiyên tenduristiyê de wî xwe li malê karantîne kiriye.
Aram Mihemed Qadir wiha got: “Dixwazim ji we re ragihînim ku ez jî wek her hemwelatiyekî din ê vê herêmê tûşî vîrusa koronayê bûm û encama pişkinîna min pozîtîf bû, niha jî rewşa min baş e û min di çarçoveya rêkarên tenduristî de xwe karantîne kiriye û ez rêkarên tendurtistî bicih tînim.”
Qadir herwiha daxwaz ji wan kesên nêzîkî wû bûne jî kir ku ji bo piştrastbûna ji tenduristiya xwe pişkinîna taybet bi koronayê bikin, daku nebin metirsî bo ser kesûkarên xwe.