TR KU SO
FB X
Kurdistan

WSJ: Amerîka wê siyasetmedarê navdar ê Lubnanê ceza bike

Admin H
Nivîskar
📅 06 mijdar 2020 21:27

PeyamaKurd - Rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî ragihandiye ku dibe îro rêveberiya Amerîkayê di çarçoveya sepandina dorpêçên ser Hizbullaha Lubnanê de, ceza li ser siyasetmedarê mesîhî yê Lubnanê Cibran Basîl bespîne. 

Li gorî WSJê berpirsekî rêveberiya Amerîkayê  gotiye, Amerîka ji ber alîkarî û piştgiriya wî ya Hizbullahê amadekariya cezakirina Wezîrê Derve yê berê Cibran Basîl dike.

Herwiha çav li rê ye bi vê pêngava Amerîkayê re, hewldana avakirina hikûmeta nû ya Lubnanê jî bê guhertin ku Fransa piştevaniya wê dike.

Parve bike: