WSJ: Trump amade ye destekê bide grûbên çekdar da rejîma Îranê bixînin
PeyamaKurd – Rojnama Wall Street Journal (WSJ) ragihand ku serokê Amerîkayê Trump amade ye ku ji bo rejîma Îranê biroxîne, destekê bide grûbên çekdar yên Îranê. Li gor xeberê; Trump roja Yekşemê bi lîderên Kurd re di rêya telefonê de axifiye.
Wall Street Journal binkeya nûçeya xwe biriye ser rayedarekî Amerîkayê û gotiye ku Trump dixwaze grûbên çekdar yên di nav Îranê de weka hêza bejayiyê bikarbîne û herî kêm di asta gotinê de wê destekê bide wan grûban û wisa rave dike.
Di xeberê de hat gotin ku Trump roja Yekşemê bi lîderên Kurd yên herêmê re axifiye û têkiliyên xwe bi aktorên cîh yên ku fêda wan di qelsbûna Tehranê de hene re dewam dike.
Trump bi serok Mesûd Barzanî û Bafil Talabanî re di rêya telefonê de axifîbû, ji wan re behsa meşa şerê bi Îranê re kiribû û behsa pêngavên ji niha û pê de bên avêtin, bi wan re gotûbêj kiribû.
Wall Street Journal, balê kişand ser hêza leşkerî ya Kurda ya li ser sînorên her dû perçên Kurdistanê Rojhilat û Başûr.
Trump, heya niha biryarê nedaye bê wê bi grûbên Kurdan re heya çi astê bide û bistîne lê berdevka Koşka Sipî Karoline Leavitt, tenê ragihand ku serok Trump bi hevkarên li herêmê re hevdîtinan dike.