TR KU SO
FB X
Kurdistan

Xaneqîn | DAISê êrîsek pêk anî: Birîndar hene

Admin L
Nivîskar
📅 28 nîsan 2021 12:59

PeyamaKurd –  Li Xaneqînê, di encama êrîşeke DAIŞê de, 2 leşkerên artêşa Iraqê birîndar bûn.

Li gor çavkaniyeke ji ewlehiya parêzgeha Diyale diyar kir, li bakurê Xaneqînê di encama êrîşeke DAIŞê de, 2 leşkerên Lîwaya 19 a artêşa Iraqê birîndar bûn.

Şaneya Ragihandinê Ewlehiyê ya Iraqê jî da zanîn, çekdarekî DAIŞê li navçeya Ubeydî, li bakurê Bexdayê û çekdarekî din li bakurê Samirayê hatin desteserkirin.

Herwiha do jî di encama teqîna bombeyeke li ser rêya bajarokê Reşad ê Kerkûkê de, 4 polîs hatin kuştin û 5 polîs jî birîndar bûn.

 

Parve bike: