TR KU SO
FB X
Kurdistan

Xaneqîn | Li Gulale bombe bi zarokan de teqiya: Zarokekî can da, 4 jî birîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 29 rêbendan 2021 21:51

PeyamaKurd – Li nehiyeya Gulale ya bajaroka Xaneqîn a parêzgeha Diyaleyê, bombe bi destê zarokan de teqiya.

Hat ragihandin ku îro 29ê Çile, li taxa El Wehde ya Gulale bombe bi zarokên ku dilîstin de teqiya û li gorî zanyariyên destpêkê zarokekî can da û 4 zarok jî birîndar bûn.

Gulale girêdayî bajaroka Xaneqînê ye ku navçeyeke Kurdistanî ya li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye.

Parve bike: