Xebata Tifaqa Kurdistanî ji bo pistgiriya erdhejzedeyan banga alîkariyê kir
PeyamaKurd – Xebata Tifaqa Kurdistanî bi daxuyaniyeke nivîskî, ji bo piştgiriya erdhejzedeyan erdheja Elezîza Bakurê Kurdistanê banga alîkariyê kir. Tifaqa Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ji malbatên kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan sersaxî û ji brîndaran re jî şîfayê xwest.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ligel astengkirina alîkariyan a desthildatiyê jî bang li gel hat kirin ku alîkariyên xe bidomînin.
Daxuyanî wiha ye:
“Ligel astengkirina alîkariyan a desthilatdariyê jî em bang li gelê xwe dikin û dixwazin alîkariyên xwe bidomînin. Vegerandina alîkariyan a Şaredariya Erxeniyê ya 2 kamyon alîkarî ku bi daxwaza desthilatdariyê ji hêla Walîtiya Xarpêtê ve pêk hatiye skandalek gelek mezin e.! Em hişmendiya qedexekar a ku dibêje bila Kurd di roja tengasiyê de jî alîkariya hev nekin û vê yekî wekî ‘Kesên perçebûnê dixwazin’ pênase dikin û asteng dike em bi tundî şermezar dikin.”
Ligel ku zanyaran têkildarî Xeta Fayê ya Rojhilatê Anatolyayê hikûmet û rêveberên herêmî hişyar kirin jî mixabin erdhejek wekî ya Stenbolê hat jiyîn. Yanî piştî erdhejê tedbîr û ewlehî hat bîra desthilatdariyê.
Gotina Prof. Dr. Nacî Gorur a wekî: “Di demên borî de têkildarî erdheja Xarpêtê min gelek Konferans li darxistin, min got Xarpêt û gundên wê ji bo erdhejê amade bikin. Têkildarî vê mijarê pirtûk jî hatin çapkirin lê mixabin dîsa jî tiştek nehat kirin. Yanî wekî ku li Stenbolê kirin.” Mirovan dide fikirandin û balkêş e.
Gotina; Erdhej buyerek xwezayi ye û ji bo encamên wê negirtina ewlehiyê jî rûreşiya rêveberiya ne. Meşandina Polîtîkayên bajarvaniyê yên ji bo rantê aşkere sûce erdhejê ye. Desthilatdar li şûna ku beriya erdhejê ewlehiya mirovan bigire, gel arasteyî qederperestiya kor dike.
Dîsa ji ber tê zanîn ku em li ser xeta fayê dijîn, divê bo pêşî û dawiya erdhejê gel di perwerdehiyê re bê derbaskirin. Ji ber ku peyvira dewletê tenê ne komkirina bacê û cezakirina gel e.