TR KU SO
FB X
Kurdistan

Xelkê Bedlîsê di tunelên berfê de diçin û tên malên xwe

Admin M
Nivîskar
📅 17 adar 2022 03:31

PeyamaKurd – Li bajarê Bedlîsê li gelek deveran bi giştî heya niha qaliniya berfê gihaye 9 metreyan. Ji ber cîh tine berfê bavêjinê, xelkê Bedlîsê ji berfê tunelan vekirin û di wan de diçin malên xwe û dertên.

Hefteyekiye ku li bjarê Bedlîsê berf dibare û ji bilî serma zêde rêyên 93 gundan ji ber berfê hatine girtin. Li gor ragihandina rêvebiriya meteorolojiya Bedlîsê; di temamê zivistanê de qaliniya berfa bariyaye gihaye 8 metre û 54 cm yan.

Parve bike: