TR KU SO
FB X
Kurdistan

Xelkê Kobanê ‘Erebkirina’ navên Kurdî protesto kir

Admin H
Nivîskar
📅 06 gulan 2026 17:51

Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bi dehan welatî, xwendekar û mamosteyên zanîngehê li dijî hewldanên guhertina navên kurdî ber bi erebî ve derketin qadan û ew hewildan protesto kirin.

Di daxuyaniya ku li Qada Jina Azad hat xwendin de hate diyarkirin ku navê Kobanê ne tenê peyvek e, lê belê "nasnameya çandî û zimanî" ya gelê herêmê ye.

Mamosteya Zanîngeha Kobanê Leyla Qehro, di daxuyaniyê de ragihand, Kobanê sembola berxwedaneke dîrokî ye û bi hezaran şehîd ji bo parastina vê nasnameyê hatine dayîn.

Hate tekez kirin ku jêbirina navên kurdî û danîna navên erebî di bin tu hincetan de nayê qebûlkirin û ev yek wekî êrîşeke rasterast li ser hebûna Kurdan hat binavkirin.

Xelkê Kobanê bang li raya giştî û hêzên navneteweyî kir ku li dijî vê polîtîkaya hikûmeta Şamê bêdeng nemînin û berpirsyariyên xwe yên exlaqî pêk bînin.

Parve bike: