Kurdistan
Xusk û bira di bin traktorê de man û can dan
PeyamaKurd- Li bajarê Sêwasê li navçeya Sûşehriyê xuşk û birayekî di bin traktora ku qelibî de man û can dan. Di qezayê de du zarok jî birîndar bûn.
Sedema qezayê weka ji kontrolderketina traktorê hat nîşandan. Ajotvanê traktorê û xuşka wî ya bi navê Elanur Y.(15) li ciyê qezayê mirin. Xuşka ajotvan ya dinê ya bi navê Sedanur Y. û kurmamê wî Veysel Y.birin nexweşxaneya dewletê ya Sûşehriyê. Halê her dû birîndaran başe.
Diya ajotvan Semra Y.dema bi traktorekî dinê hat ciyê bûyerê û qezayê dît, hema xwe traktorê avêt jêr û ew jî birîndar bû. Milekî wê şikest û wê jî birin nexweşxaneya dewletê ya Sûşehriyê.