TR KU SO
FB X
Kurdistan

Yawer: Hêzên Amerîkayê ji Rojava derbasî Kurdistanê nebûne

Admin H
Nivîskar
📅 26 berfanbar 2018 23:12

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê Cebar Yawer li ser nûçeyên ku hêzên Amerîka yên ji Sûriyê vekişîyane derbasî Herêma Kurdistanê bûne daxuyanî da.

Yawer îdiayên hatina hêzên Amerîkî red kir û got, “Li ser derbasbûna leşkerên Amerîkayê nav erda Herêma Kurdistanê ti agahdariyek bo me nehatiye kirin.”

 Endamê Komisyona Ewlekarî û Parastinê li Parlamentoya Iraqê Kerîm Muhammedawî di daxuyaniyeke rojnamevanî de gotibû, hêzên Amerîkayê yên ji Sûriyê vekişiyane bi dizî derbasî Iraq û Herêma Kurdistanê bûne.

Parve bike: