TR KU SO
FB X
Kurdistan

YBS: Di êrîsa ser Xanesora Singalê de 5 servanên me birîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 20 mijdar 2019 22:50

PeyamaKurd - Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Şingalê (YBŞ) ku bi ser PKKê ve ye ragihand, di êrîşên doh li Xanesora Şengalê yên balafirên Tirkiyê de, 2 ji wan giran, 5 şervanên wan birîndar bûne.

YBŞê ragihand ku di êrîşa doh a Xanesorê de 2 ji wan rewşa wan giran, 5 şervan birîndar bûne û got, “Armanca dewleta Tirk bi van êrîşan ew e ku civaka Êzidî ya Şengalê bê rêxistin û bê parastin bihêle.”

YBŞê da xuyakirin ku dewleta tirk bi êrîşên li dijî Şengalê dixwaze tola Bexdadî ji civaka Êzidî bistîne û di serî de ji gelê Mûsil û Kerkûkê û ji tevahî gelê Iraqê xwest, li dijî van êrîşan bertek nîşan bidin.

Parve bike: