TR KU SO
FB X
Kurdistan

Yekem haleta tûsbûna Covid-19ê li Duhokê hat tomarkirin

📅 19 adar 2020 16:04

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê, yekem haleta tûşbûna Covid-19ê li Duhokê tomar kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di berdewamiya pişkînîn û lêgerîna li dû kesên gûmanlêkirî de, li bajarê Duhokê derket holê ku Covid-19 hat tomarkirin.

Wezaretê diyar kir, ew kesê bi Covid-19ê ketiye, zilamekî 50 salî ye û ji Almanyayê vegeriyabû Herêma Kurdistanê.

Bi tomarkirina vê haleta nû ya li Duhokê, hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi Covid-19ê ketine vîrus gihişte 40 kesan. Ji wan 40 kesan jî, 29 kes li Silêmaniyê, 9 kes li Hewlêrê, li  Helebcê kesek û li Duhokê jî kesek tûşî vê vîrusê bûne.

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji hemwelatiyan dikin, ku pabendî rênimayiyên tendirustî yên taybet bi rûbirûbûna Covid-19ê bin û di dema pêwîst de peywendiyê bi hêla telefonê ya 122yê bikin.


Wezîrê Saxlemiyê: Halê Kurdistanê baş e

Parve bike: