Yekîneyên Berxwedana Sengalê bûn besek ji Hesda Esayîrî
PeyamaKurd – Di çarçoveya rêkeftina bi berpirsên Iraqê de, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) baregehên xwe li Şengal û Sinûnê radestî polîs û firqeya 20 a Iraqê kirin û bûn beşek ji Heşda Eşayîrî ya fewca 80.
Li gor zanyariyan, baregehên YBŞê ên fermî radestî Iraqê hatin kirin. YBŞ bi vê biryarê 2-3 kîlometre ji bajar dûr ketin.
Çar lîwayên polîsê federalî hatine sînorê Şengalê û li gor gotina Parêzgarê Mûsilê, biryar e hêzeke din jî bê Şengalê û Hêza Dije Teror li nava bajar bicih bibe.
Nêzikî 700 endamên asayişa ser bi YBŞê ve, niha li Şengalê mane û hê negihîştine rêkeftinê û baregehên xwe radestî polîsê federal û artêşa Iraqê nekirine.
Li aliyê din li gor rêkeftinê, wek xala sêyem, biryar hate dayîn hefteya bê, kargêriyeke nû bo Şengalê bê danîn.