TR KU SO
FB X
Kurdistan

Yekîtiya Ewropa dixwaze têkiliyên xwe bi Tirkiyê re nerm bike

Admin H
Nivîskar
📅 04 sibat 2024 16:29

PeyamaKurd – Piştî civîna Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê, Berpirsê Pêwendiyên Derve û Ewlehiyê yê YEyê Josep Borell da xuyakirin ku wan pêwendiyên ligel Tirkiyeyê jî di civînê de gotûbêj kirine.

Borell ragihand ku ew dixwazin têkiliyên bi Tirkiyeyê re nerm bikin û got: “Divê em bikevin rêya başkirina pêwendiyên bi Tirkiyeyê re. Divê em berjewendiyên hevpar bipêş bixin û mijarên nakokî li ser hene jî kêm bikin.”

Berpirsê Pêwendiyên Derve û Ewlehiyê yê YEyê Josep Borell got ku ew di wê baweriyê de ye ku pêwîste ew banga nêzîkbûna zêdetir li Tirkiyeye û YEyê bikin.

Parve bike: