Kurdistan
Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê salvegera referandûmê pîroz dike
PeyamaKurd- Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê bi helkefta duyemîn salvegera referandoma serxwebûna Kurdistanê, çalakiyekî li dar dixe.
Li gorî agahiyên berdest, Yekiîiya Qutabiyên Kurdistanê ku girêdayî PDKê ye, dê sibê (25 Îlonê) bi helkefta duyemîn salvegera referandoma serxwebûna Kurdistanê li Hewlêrê merasimekî li dar bixîne.
Merasîm dê bi navê “Referandûm, berbanga serxwebûna gelekî” were lidarxistin.
Hêjayî gotinê ye ku gelê Kurdistanê roja 25 Îlona sala 2017an çû ser sindoqan û bi rêjeya %92.3 dengên xwe dan serxwebûna Kurdistanê