TR KU SO
FB X
Kurdistan

YNK Dawî wê helwesa xwe eskere bike

Admin H
Nivîskar
📅 20 sibat 2019 17:11

PeyamaKurd-  Tê gotin ku YNK dê dawî helwesta xwe li ser wê yekê ku gelo beşdarî hikûmeta Kurdistanê bibe yan na, eşkere bike.

Berdevkê YNKê Letîf şêx Umer ragihandiye, polîtburoya YNK dê îro li Silêmaniyê civîneke berfireh li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê li dar bixe û dawî helwesta xwe li ser wê yekê ku gelo beşdarî hikûmet û parlementoya Kurdistanê bibe yan na, eşkere bike.

Li gorî agahiyên berdevkê YNKê, di civînê de endamên encumena navendî, nûnerên melbend û komîteyên YNKê jî beşdar dibin.

Li gorî rêkeftina 5 vê mehê ya YNK û PDKê, lazim bû YNK jî beşdarî civîna roja 18 vê mehê ya parlementoya Kurdistanê bibe lê YNKê rewşa Kerkûkê kir behane û beşdar nebû. Ji ber wê jî civîna parlementoyê bêyî YNKê hat lidarxistin û desteya serokatiya parlementoyê jî hat hilbijartin.

Her çi qas kursiya serokatiya parlementoya Kurdistanê pişka YNKê bû lê ji ber ku YNK beşdarî civîna parlementoyê nebibû, parlementera PDKê Vala Ferîd bû seroka parlementoya Kurdistanê.

 

Parve bike: