'YNK û PDK vê hefteyê rêkeftinê îmze dikin'
PeyamaKurd - Endamê polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre ragihand, PDK û YNK vê hefteyê rêkeftina xwe li ser pêkanîna hikûmetê îmze dikin.
Pîrre da xuyakirin, vê hefteyê rêkeftina YNK û PDKê li ser pêkanîna hikûmetê tê îmzekirin û gavên pêkanîna hikûmetê bi leztir tên avêtin.
Seidî Ehmed Pîre herwiha got, piştî îmzekirina rêkeftinê YNK dê kandîdên xwe yên hikûmetê destnîşan bike.
Tê gotin ku Seidî Ehmed Pîre dê bibe wezîrê çandiniyê. Pîre li ser vê yekê jî got, biryara dawî dê ji aliyê polîtburoya YNKê ve were dayîn. Hîn nayê zanîn ka ezê bibim wezîrê çandiniyê yan jî na.
Li gorî nûçeya BasNewsê, Umer Fetah, Hakim Qadir Hemecan, şêx Ceifer şêx Mistefa, Şoriş Îsmaîl û Seidî Ehmed Pîre, ku hemû endamên polîtburoya YNKê ne, dixwazin di hikûmeta nû de bibin wezîr.