Kurdistan
YNKê û PDKê li hev dicivin
PeyamaKurd - Cîgirê Sekreterê YNKê Kosret Resûl ragihandiye ku şandên YNKê û PDKê wê bicivin.
Medyaya YNKê belavkiriye Cîgirê Sekreterê YNKê Kosret Resûl Elî gotiye di demeke nêz de wê li baregeha YNKê şandên YNKê û PDKê bicivin.
Herwiha Kosret Resul gotiye wê şandên PDKê û YNKê hewl bidin pirsên di navbera xwe de çareser bikin.