TR KU SO
FB X
Kurdistan

Yûnanistan | Di bûyera trafîkê de 7 koçberan can da, 8 jî birîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 19 mijdar 2021 20:39

PeyamaKurd - Polîsê Yûnanistanê ragihand ku di bûyereke trafîkê de, hejmarek koçber di dema veguhestinê de bûn qurbanî.

Li gorî daxuyaniya polîsê Yûnanistanê, îro înê 19ê Mijdarê, di dema veguhestina hejmarek koçberan de wesayîta ku koçber tê de bûn qeza kir.

Hat ragihandin ku di bûyerê de 7 koçberên ku di nava wesayîtê de bûn can dane û 8 koçberên din jî birîndar bûne.

Polîsê Yûnan cihê bûyerê û nasnameyên koçberan eşkere nekiriye.

Parve bike: