TR KU SO
FB X
Kurdistan

Yûnanistan dixwaze pêwendiyên xwe yên bi Kurdistanê re bipês bixe

Admin H
Nivîskar
📅 29 rêbendan 2021 00:09

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 28ê Çile pêşwazî li Balyozê Yûnanistanê yê li Iraqê Leonidas Contovounesios û şanda ligel wî kir.

Di hevdîtinê de, Konsolê Yûnanistanê yê li Hewlêrê Efthymios Costopoulos jî amadehî kir.

Di civînê de, derbarê rewşa Iraq û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Yûnanistanê de gotûbêj hate kirin.

Balyozê Yûnanistanê yê li Iraqê Leonidas Contovounesios amadebûna welatê xwe nîşan da ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê veberhênan û alîkarî û hemahengiya sektorên çandinî û geştûguzariyê de.

Parve bike: