Yûnanistan, Misir û Qibrisê binpêkirinên Tirkiyê sermezar kir
PeyamaKurd – Li paytexta Yunanistan Atînayê, di navbera Yunanistan, Misir û Qibrisê de civîneke sêalî hat lidarxistin û di civînê de her sê welatan binpêkirinên Tirkiyê yên li rojhilatê deryaya Spî şermezar kir.
Piştî civînê Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis di civîneke rojanemvanî de got, Yûnanistan, Misir û Qibris binpêkirinên Tirkiyê yên li rojhilatê Derya Spî şermezar dikin.
Mitsotakis diyar kir, “Misir dikare li Deryaya Spî bibe çavkaniya enerjiyê” û got, Misir dikare ji bo dosyaya ewlehiya enerijiyê, li Ewropayê rol bilîze.
Hêjayî gotinê ye, Tirkiye ji bo lêgerîna gaz û petrolê, li rojhilatê deryaya Spî di nava tevgerê de ye û bi taybet Yunanistan û welatên din ên ewropî van hewldanên Tirkiyê wekî binpêkirina yasayên navdewletî dibînin û dijî derdikevin.