TR KU SO
FB X
Kurdistan

Zêbarî: Biryar siyasî ye, namzedkirina min ji aliyê Serok Barzanî ve ji bo min her tist e

Admin H
Nivîskar
📅 13 sibat 2022 21:22

PeyamaKurd – Namzedê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yê ji bo posta Serokomariya Iraqê Hoşyar Zêbarî îro 13ê Sibatê roja Yekşemê piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya redkirina namzediya wî civîneke rojnamevanî li Bexdayê saz kir.

Hoşyar Zêbarî ragihand, ku biryara Dadgeha Federalî ya redkirina namzediya wî ya serokomariyê, biryareke siyasî ye û got, hemû şert û mercên ku ji bo namzediya postê serokomariya Iraqê pêwîst in li cem wî hene.

Zêbarî destnîşan kir, beriya niha dadgehê ew ji hemû tohmetên ku arasteyî wî bûbûn, bêtawan derxistibû û dadgehê wê demê hemû ew dosya jî girtibûn.

Hoşyar Zêbarî herwiha da zanîn, “Namzedkirina min ji aliyê Serok Barzanî ve ji bo min her tişt e.”

Parve bike: