TR KU SO
FB X
Kurdistan

Zêbarî: Li Herêma Kurdistanê zêdetirî 200 DAISî hatin dadgehkirin

Admin H
Nivîskar
📅 16 mijdar 2023 22:53

PeyamaKurd - Şêwirmendê Raspardeyên Navdewletî yê Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî got: “Me bi aliyên pêwendîdar re li ser mijara mafên medenî û siyasî danûstandin kirine. Herwiha me zêdetirî 200 DAIŞiyan li gor qanûna terorê dadgeh kirine û ew prose berdewam dike.”

Dîndar Zêbarî di civîneke rojnamevanî de ragihand, “Me bi aliyên pêwendîdar re li ser mijara mafên medenî û siyasî danûstandin kirine, ku ew jî sê mijarên sereke ne; dadgehkirin, serbixweyiya dadgehan û dadgehkirina dadperwerane.”

Zêbarî got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendî van hersê mijaran e ji ber ku gelek girîng in û dikarin ji aliyê hikumdariyeke  baş ve li Herêma Kurdistanê roleke çalak bibînin. Em mijara desthilata dadwerî wekî mijareke girîng dibînin.”

Zêbarî eşkere kir: “Dadgehkirina DAIŞê bi qanûna terorê berdewam e, tenê di salên 2021 û 2022 de me zêdetirî 200 DAIŞî dadgeh kirine û ew prose berdewam e. Li ser meseleya madeyên hişber, mixabin ew kesên hatine sizadan an hatine girtin, piraniya wan ew made bi kar anîne.”

Parve bike: