TR KU SO
FB X
Kurdistan

Zebarî: Li Îraqê hewil didin ku hikûmetê hilwesînin

📅 18 nîsan 2019 17:14

PeyamaKurd - Wezîrê Darayî yê berê yê Iraqê û Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zebarî ragihand ku hinek alî hewil didin ku hikûmeta Adil Evdilmehdî hilweşînin.

Hoşyar Zebarî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanîyek da û got, “Partiya Doza Îslamî û Tevgera Hikme hewil didin ku hikûmeta Adil Evdilmehdî hilweşînin û lewra divê bergiriya wan bihê kirin.

Zebarî destnîşan kir ku ji bo Partiya Doza Îslamî vegere siyasetê û erka rêveberiyê bi dest bixe di nava tevgerê de ye. Bi vê mebestê tevî Tevgera Hikme ku Ammar Hekim serokatiya wê dike, di nava hewildanan de ye.

Zebarî amaje kir ku gelê îraqî di hilbijartinên 2018an de partiyên navborî ceza kirin û gpt “çimkî ji bo îraqiyan tu tişekî ku bikin tune ye. Berê çi kiribûn, niha ji dixwazin heman tiştî bikin.”

Du roj berê midûrê ofîsa Serokê Partiya Doza Îslamî Haşim Rikabi daxuyaniyek dabû û ev îdia red kiribû û gotibû ji bo têkbirina hikûmeta Evdilmehdî tu hewildanên wan tune ne.

Parve bike: