Zêbarî: Tevgera ber derê Konseya Darazê ya Bilind peyamekî dide
PeyamaKurd – Endamê polîtburo ya PDK ê Hoşyar Zêbarî di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku çalakiya Tevgera Sadr ya li ber derê Konseya Bilind ya Darazî ya Iraqê, peyamekî dide. Peyam ew e ku konseya Darazê meqamekiye ji bo di çarçoveya destûrê de pirsgirêka şareser bike û kirina çalakiyê ji aliyê Sadr de peyamekî dide konseyê. Hoşyar Zêbarî di daxwuyaniya xwe de weha got:
“Çalakiya Tevgera Sadr ya li ber derê Konseya Bilind ya Darazê ku paşî bi aştiyane ji wê derê vekişiyan, daxwaza xelkê Iraqê ye ku daîma bangê ji bo reforman û reforma darazê dikin û çalakî wê peyamê dide. Divê daraz bê teref be û meqamê destûrê be.”
Tevgera Sadr îro li ber Konseya Bilind ya Darazê xwepêşandanekî kir û li ser daxwaza ‘wezîrê Lîder’ yê bi navê Salih Muhammed el-Iraqî ku di ser hesabê xwe yê medya civakî de daxwuyanî da ji bo çalakvanên ji ber derê Konseyê herin ber derê Parlementoya Iraqê.